Kishore Kumar Hits

Seyidxan Sevinç - Hotvîn текст песни

Исполнитель: Seyidxan Sevinç

альбом: Hotvîn


Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng
Çavên te stran in lê bê gotin û deng
Lêva te sûlav e maç û ramûsan
Bi singa te dilê min çiqas kamiran
Bihara eşq tu yî havîna evîn
Roj hene derman î roj hene birîn
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Birîna xortan î armanca mêran
Navê te dengîn e qedrê te giran
Lêvên te bi gul in devê te şêrîn
Dengê te wek tîr e maça te birîn
Lêvên te piyan in devê te şerab
Te ez kirim xulam te ez kirim xirab
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Birîn birîna te şêrîn û geş
Bê te dil tarî ye û can dibe reş
Ez bê te nikarim canê min diêş e
Bê te singjar dibim jîna min êş e
Destên te de saz im ranên min tar in
Xulamê te bûm ez ev hezar carin
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê
Bê te ji bîr dikim zar û bav û dê
Wek çûkên birîndar dikevim erdê

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Bîr

2020 · Мини-альбом

Похожие исполнители

Lawje

Исполнитель

SIMAV

Исполнитель