Kishore Kumar Hits

Rojbin Kizil - Kurdish Mashup 2 текст песни

Исполнитель: Rojbin Kizil

альбом: Kurdish Mashup 2


Kevok im lê lê kevok im lê lê
Lê li min lê yar lê li min lê yar
Kevoka reş im way way
Li ser bana û li bin bana
Ez diçêrim Xwedê way
Li bin ban û xopanan
Ez aşiqê lê lê çavên reş im way way
Ez maşûqê lê lê kurikê keleş im way way
Ez keç im keça Kurda me
Kulîlka serî lawa me
Rihana rez û çema me
Lawiko ez bêrîvan im
Delale tu xwîn şêrîn î
Dil reqî lêv hingivîn î
Ji xorta gava min dibînin
Bêrîyê ez evîndar im
Lawo ez bêrîvan im
Lawo ez bêrîvan im
Lawo ez bêrîvan im
Lawo ez bêrîvan im
Çime Silêmani gojem lê diyara
Hey wey zara giyan didem zara
Ba berzi gojem xem lê dılêm bara
Hey wey zara giyan didem zara
Barî hey barî, baranek barî
Ewrê havînê
Baranê şil kir hey hey
Destmala dînê hey
Çûne mala Xalê Elî xanimê lorkê
Ber me dane dims û qelî delalê lorkê
Lorkê lorkê lorkê lorkê xanimê lorkê
Lorkê lorkê lorkê lorkê delalê lorkê
Esmera bi gewra nadim de werinê werinê werinê
Esmera bi gewra nadim werin dîlanê esmer
Le werinê werinê werinê de werinê werinê werinê
Lê werinê werinê werinê werin dîlanê esmer
Canê canê canê were meydanê
Dilê min pir xweş e bi vê dîlan ê bi vê dîlan ê
Dîlanê pir xweş e herkes pê serxweş e
Erd û esman şên bû bi vê dîlanê bi vê dîlanê
Ez berf im berf im berfim lê lê nar lê lê nar
Ez berf im berf im berfim lê lê nar tu delal î
Ez berf im berf im berfim lê lê nar lê lê nar
Ez berf im berf im berfim lê lê nar tu delal î
Lê lê nar tu delal î
Keynê keynê zirav zirav tu kevoka nav çadira
Keynê nadim bav û bira, bav û bira şêrîntir e
Lê keynê keynê keynê, keynê nadim bav û bira
Lê keynê lê keynê giran giran
Hey kevoka nav çadira
Lê keynê lê keynê giran giran
Hey kevoka nav çadira
Tew lê narê lê narê tew lê narê narê
Min çavê belek xwarê tew lê narê narê
Wan zaliman nemînin tew lê narê narê
Em avêtin nav çola tew lê narê narê
Em avêtin nav çola tew lê narê narê
Şev çû ma tu êdî hew tê yî lo
Ez ranazêm kengê bê te xew tê lo
Xanî bûye zindan tê da ranazêm
Ez ranazêm kengê bê te xew tê lo
Ev keçik çi şêrîn e
Rû gewr û por zêrîn e
Ji bajarê Mêrdîn e
Navê wê Rojbîn e
Navê wê Rojbîn e
Navê wê Rojbîn e
Ev keçik çi şêrîn e
Esmer û xwîn şêrîn e
Ji bajarê Mêrdîn e
Navê wê Fehîma
Navê wê Fehîma
Navê wê Fehîma

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители