Kishore Kumar Hits

Awazên Çiya - Bişeng текст песни

Исполнитель: Awazên Çiya

альбом: Siya Jîn


Evîna te ji agir e, agirê pîroz
Bawerî û hevî û jîn e, ev rê û ev doz
Evîna te ji agir e, agirê pîroz
Bawerî û hevî û jîn e, ev rê û ev doz
Te dîrok ji nû ve nivîsî bi xwîna zelal
Bûyî stêrkek roja ronî
Bişenga delal!
Te dîrok ji nû ve nivîsî bi xwîna zelal
Bûyî stêrkek roja ronî
Bişenga delal!
Biharê dil dabû Botanê,
Adarê bi kaniyê hêviyê xwe pêçandibû,
Qada govenda evîndaran.
Roj roja nivîsandina çîrokeke nû bû,
Roj roja berxwedaniya keça kurda bû,
Ji bo jiyanek birûmet.
Bûyî hevala Berîtan sipehî û lehengê
Bi tîna tîrêjên rojê ketî govendê
Bûyî hevala Berîtan sipehî û lehengê
Bi tîna tîrêjên rojê ketî govendê
Kulîlk bi navê te bişkivîn li qada cengê
De rabe xêlî li xwe ke ey bûka Şengê
Kulîlk bi navê te bişkivîn li qada cengê
De rabe xêlî li xwe ke ey bûka Şengê
Belê delala şoreşê, birîna min a 'bêşar'
Sal û demsal mîna zaroktiyên bêxem,
Diherikin di newalên bêxemiyên de
Îro navê te bûye notayên stranên serhildêr
Navê te bi bayên gerok re bûye heval
Wekî helbestê digerî li ser zimanên zarokên welat
Ey keça rojê.
Gûla baxê welatê min bişenga ciwan
Li nav dilan tu bûyî evîn ey keça Kurdan
Gûla baxê welatê min bişenga ciwan
Li nav dilan tu bûyî evîn ey keça Kurdan
Îro li riya te dimeşin em bi hezaran
Tu bûyî sembola jîna nû
Bişenga delal!
Îro li riya te dimeşin em bi hezaran
Tu bûyî sembola jîna nû
Bişenga delal!
Bişenga delal!
Bişenga delal!
Bişenga delal!

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители