Kishore Kumar Hits

Koma Berxwedan - Roja Min û Te текст песни

Исполнитель: Koma Berxwedan

альбом: Newroz, Vol. 7 (1989)


Rewa vê axê hêsir in Xwêdana eniya me ye
Qêrîna axê bilind e Ji hundirê dilê me ye
Ji erd û esmanê perçe vekir riya yekitiyê
Ji zincirê dest û piyan Bû ayeta azadiyê
Hêza zendê hesinkaran Banga aşitiyê tu yî
Tîna agirê newrozê Awaza hebûnê tu yî
Aviya berbanga sibê Xwêdana ramana te ye
Sayiya esman aram e Xwêdana ramana te ye
Dermanê birinê me yî Sawa şevê reş hilanî
Hêviyên me şiyar kirin Riya serkevtinê danî
Kenê ser lêvên zarokan Ji wêne û navê te ye
Hêsirê çavê dayikan hesreta dîtina te ye
Evîna di dilê me de xeml û xêza keda te ye
Tu yî roja me ya pîroz her dem berê me li te ye
Berdewama Zerdeştê kal Navê ked û biratiyê
Tu dîroka kevn û nû yî Xelata mirovatiyê
Sonda me bi roja me ye Em tirêjên ji agir in
Bawerî bi tîna te ye Nema êdî vedimirin

Поcмотреть все песни артиста

Другие альбомы исполнителя

Похожие исполнители